SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ji bo ku nizanîbû bi tirkî, ew ji venerxaneyê qewirandin!

Li Izmîrê kurdeke 59 salî ji bo ku nizanîbû bi tirkî, doktor bêyî ku lê venere bi gotinên çort wê ji ba xwe diqewirîne. Di eslê xwe de ev ne tiştekî nuh e ku tirk bi serê kurdan de dikin; kurd li her derê Tirkiyê û Kurdistanê him nikarin li meqamên dewletê û him jî li ên PKKê bi kurdî bipeyivin. Dewlet bi darê zorê û PKK jî bi henekpêkirin û piçûkkirinê nahêlin ku kurd bi zimanê xwe bipeyivin. Ji aliyekî ve dewletê û ji aliyekî ve jî birêvebirên PKKê kurd bi ”şert û merc, qanûn û prensîpan” hîç û pûç kirine. Kurd kirine wek xwe; kurd kirine ku ji ber a herî bêfedî jî fedî nekin. Ma ji vê bêfedî û bêheysiyettir çi heye ku tirk ji kurdan re dibêjin bi zimanê xwe nepeyivin û îbadetê nekin û kurd jî wilo dikin. Li ba kurdên heta salên 1980î jî tiştekî wilo tunebû. Serekên PKKê û rêxistinên din, kurd hînî vê bêşexsiyetiya ku ji ber zimanê xwe fedî bikin û bi tirkî bipeyivin kirin.

Gelek caran kurdên wek Feleknaz Buca, Mehmûd Alinak û Selîm Sedak xweztine di kongre û panelên DTPê de bi kurdî bipeyivin, lê rayedarên DTPê jî gotine rewş ”hasas e, eman eman bi kurdî nepeyivin…” û nehiştine ku bipeyivin.

 Li zindana Diyarbekirê mehmetçîk bi darê zorî dikişiyan ser girtiyan û digotin ”dest biavêjin hev, xwe li hev bileqînin, tiliya xwe têxin qûna hev, bi çîkê hev bigrin û têxên devê xwe” û hwd. ji bilî çend kesan kesî ew teresbaviya mehmetçîkan qebûl ne dikir.

Îcar ma dibe ku tirk ji me re bibêjin li gora qanûnên dewleta me divê hûn bazdin ser hev û em jî serê xwe ji wê bêşerefiyê re bitewînin û bazdin ser hev, ha?

Gelo çi ferqa ewa ku tirkan li zindana Diyarbekirê bi haweyê birçîbûn, tîhbûn û lêdanê girtî mecbûrî ku bazdin ser hev dikirin û kurdên ku li Kurdistanê di mizgeftan de li wazên bi tirkî guhdarî dikin û rayedarên DTPê jî bi sebeba ”hasasiyetan” nahêlin ku di kongre û panelên wan de kurdî bê xeberdan heye?

Erê, îcar wilo ye, gava mirov wek kurd ji ber xwe fedî nekir, wê tirk jî bi çavên kûçikan li mirov binerin; ji mirov re bibêjin zimanê te wek ê kûçikan bi ewte ewte, qût bike kûçik! Û mirov jî  hema di cih de qut dike û bi ser de jî xwe li hînkirina ezameta zimanê tirkî dişidîne!

Bav û bapîran bi derewan negotiine, ”tirek û deh tir li cem tirekan wek hev e!” Kurdê dema ku ji ber xwe fedî nekir, helbet wê li tirekê jî ne sekine,  ewqas!

 Jêdera bi tirkî

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)