SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Her derê welêt bi van tije bûye!

Her derê Kurdistanê, Tirkiyê û Rohilata Navîn bi van tije bûye. Û yek ji wan jî ji dil û can selewateke siyasî li vê rebena Kurdistanê nayîne!

Çi roja ku hinekî ji kurdan re li hev hatiye, miheqeq ya zelzeleyek li dinyayê rabûye û di wê zelzeleyê de bi tenê kurd mirine, ya zir kevirek ji ezmên bi ser terefê dinyayê de hatiye xwarê û kurd di bin de perçiqîne, û ya jî dinya hatiye ber xerab bûnê.

Îcar ev çend salek bû ku dîsa ji kurdan re li hev hatibû, vê carê jî mîna kulmozê ji her derê welêt şêx, mele, sofî, mirîd û suxteyan li me dan der!

 Bi rastî carina mirov nizane çawa bibêje; da ên himberî mirov baş fêhm bikin. Hema carekê ji xwe re li tiştên di destên ometa Îsa, Mûsa û li tiştên di destên ometa Bihemed de binerin; hûn ê bibînin ku çiqas tiştên çê, spehî, bi kêr û serketî hemû di destên ometa Îsa û Mûsa û tiştik miştikên xerabe jî, hemû di destên ometa Bihemed de ne.

Ez wilo pê bahwer dikim ku heger, di islamê de, wek ku mela dibêjin, tiştekî ku insan pê ewqasî bilind û dinya jî ji hew bêhtir pê geş û xweş bûba hebaya, wê ometa Îsa û Mûsa û temamê kafirên dinyayê islam jî ji xwe re bibrana!

Îcar hema Xwedê bi van kurdan re be û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)