Çetîn Dogan rast dibêje: “êdî pevçûnê destpê kir!”
Bi girtina qomandarê leqa yekê a artêşa dewleta tirkan ê kevin Çetîn Dogan û generalê hevalê wî Engin Alan, pevçûna kemalîzt û panislamîztan kete rêyeke ku êdî kes nema kare jê vegere.
Îcar di vê hingameya ku li Tirkiyê her tişt serûbinî hev dibe û hîn jî wê pir bibe, mixabin doza zir welatekî jî di destê Konseya KCKa ku tirkî û tirkayetî li kurdan rast kiriye gihaye hev û tu kurd bêyî wan wê nikaribin serê xwe di nîr de babidin!
