Û heta bi qedexeya li ser goştê kûçik jî, bi xwarina goştê kûçik re radibe!
Qedexe bikaranîna qedexeyê ji hole radibe!
Pêşî li Stenbolê û li temamê bajarên tirkan pankartên ku bi bafîka roja jinên cîhanê bi kurdî “8ê Adarê pîroz be!” hatibûn nivîsandin ji bal mehmetçîkan ve ji dîwaran hatin rakirin, li Licê û gelek deverên din ên Kurdistanê jî hatin rakirin. Bafîka rakirinê jî li gora savciyê Licê û Fatîha Stenbolê, ji ber ku pankartên bi kurdî exlaqê xelkê tirk xerab dike…” Me ji zû de dizanîbû ku xelkê tirk bi hemû tiştên bi kurdî bêexlaq dibû, lê eva ku kurd bi nivîsa kurdî bêexlaq dibûn me ne bihîztibû!
Erê, li her derê bi kurdî bipeyivin, bixwînin û binivîsînin da qedexeya li ser zimanê kurdî rabe!
Li girtîgehan qedexeye ku mirov û jina xwe hevdu bigevîzîne. Mirov jî divê wî çaxî ha ha hevdu bigevizîne da qedexe ji ber xwe ve pûç bibe!
Li her derê kesk û sor û zer qedexe ye. Mirov jî wî çaxî divê her derê di kes û sor û zer de bixemilîne û cil û bergên bi kesk û sor û zer li xwe bike!
Li mizgeftan wazên bi kurdî qexe ne. Mirov jî wî çaxî divê bi kurdî selewat û tekbîran bide! Û hwd.
Rakirina qedexeyên li ser kurdî û kurdayetiyê, di destê kurdan de ye! Kî kê dixapîne! Kurd bi xwe pêşî divê pê li wan qedexeya bikin.
Em ê ji we re serpêhatiyeke xwe bibêjin:
Dema ku li zindana Diyarbekirê mehmetçîkên zarokên misilmanan sabûn, mîntaks, mû, gû, mişk, pelxem û hwd. dixistin nav xwarina girtiyan, li mehkemeyê jî hakiman qedemgeh li girtiyan qedexe kiribûn. (Tuwalet) Îcar li himberî wê yekê hin girtiyan jî a xwe kirin yek ku li mehkemeyê herşkere heşkere bi xwe de birîn.
Bi kurtî, di demeke ku 100 girtiyek li mehkemeyê bûn, yekî dêrikî rabû ser xwe û ji hakiman re got:
“Hakim beg ez dixwazim biçim tuwaletê”
Hakim erza wî şikenand û got:
“Li cihê xwe rûne pîsê heram!”
Ê me jî hema wilo kişiya wê navê, şerwalê xwe daxist ser kabokê, berê qûna xwe da hakiman, ” aha va ye ez rûniştim”, got û berda û hey berda. Dû re jî got, “ha, mîna min gelek heval di dorê de rûniştî hene hakim beg…” Wir di nava pîsiyê de hişt.
Îcar piştî wê kiryara delal, hîn nuh qedexeya li ser destava girtiyan rabû û her kes serbest çû qedemgehê.
Lê em van serpêhatiyên ku her kurdî diva bû derzên mezin ji wan bistendana, ji kê re dibêjin?
Lo bavo lo, gava bêvila mirov neşewitî û mirov ji ber xwe fedî nekir, mirov wê xwe ji hemû tiştên bi kurdî jî bi dûr bixe, bi kêf û eşq bibe jina tirkan û 24 seetan ha ha bi tirkî bipeyive!



