Berî biçe Israîlê ka lê binerin bê çi got!!
Cîgirê serokê Emerîkayê Joe Bîdenê ku bi eslê xwe ewrupî û tu tiştekî wî û cihûtiyê bi hev re tunebû, berî çûna xwa Israîlê, ji wir jî Misrê û Urdunê, da zend û bendan li Îranê vemale, bi dengekî bilind got: “ez mirovekî siyonîzt im!”
Ew gotineke pir girîng e. Cimhûriyetçî li dera han, îcar gava heta bi serokê partiya demokrat ê herî mezin jî vê gotinê bibêje…!
Bi kurtî, bi qasî ku emerîkî bibin hevalê cihûyan, ewqasî jî wê li Rohilata Navêîn dijminahiya bi emerîkiyan re zêdetir û islama hizbullahî jî hartir bibe. Û ev hemû jî li fêda doza miletê kurd e!. Heger hat û doza filîstîniyan di vê rewşa îro de safî bû, wê ji kurdan re pir xerab bikeve. Li Rohilata Navîn qaos çiqasî mezin bibe, ewqasî jî wê ji kurdan re baş li hev bê. Bi serketina doza miletê kurd ne di aşitiya Rohilata Navîn, di pevçûn, kujtin û girtin, ferman, halan û talanan de ye. Li gora min rastî ev e, ewqas!
