Bi van kamereyan li ”namûsa” kurdan jî dinerin!
Bi rastî mirov nizane ji van serek û serokên kurdên ku li ser navê birayetî û aşitiya bi tirkan re hîn jî bi hemû haweyî xwe li bêşexsiyetiya di rengê solalêsiyê de şidandine re çi bibêje! Tirk bi qasî ku karibin li ser banên xanî û avaniyên kurdan kamerayên xwe heşkere heşkere biçikînin, bi van kamerayan li ”namûsa” wan a ku di nav livînan de li ser derzika piştê paldayî bû binerin; û bi ser de jî îcar wan nerînan wek delîl di dadgehên xwe de bi kar bînin bi pêş de çûne û ên me jî tew hîn ji biratî û filan û bêvanan dipeyivin!
Hoooweh li vê ecêba ku kurd ewqasî piçûk bûne, ewqasî ketî û ji destxwe çûne!
Heger ew yeka hanê li welatekî ewrupayê dewletê kiribaya, wê temamê xelkê rabaya ser pêyan û kirasê xwe çirandibaya!
Bimre kurdfiroşî, xwefiroşî, teslîmiyet û solalêsiya serek û serokên kurdên bakurê welêt!
Bijî liberxwedan, şexsiyet û pevçûna bi mehmetçîkan re!
Têbinî: Jêdera ku dadgeha tirkan bi rêya kamerayên dewletê ên li ser banên xanî û avaniyên kurdan kurd girtine, bi tirkî ye.
