SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Nabe ku BDP di guherandina hin qanûnan de destekê nede AKPê!

Laleş Qaso

Niha berî hemû tiştî BDP divê ji bîr neke ku ew wek partiyeke kurdî lê bi navê tirkî, ji bo demokratîzekirina Tirkiyê û bi demokratîzekirina Tirkiyê re jî kurd hin mafên xwe ên insanî bi dest bixin li parlamentoya tirkan e.  Û ew bi xwe jî wilo dibêje. BDPî ji her kesî bêhtir pê dizanin ku li parlamentoya tirkan ne bi hikûmeta AKPê û ne jî bi tu hikûmetên herî demokrat wê doza miletê kurd safî nebe; pir pir çend tiştikên wek navên kurdî û pir sînorkirî masmedya kurdî serbest bibe. Doza miletê kurd dozeke miletî, welatî û dewletî ye. Û dozên wilo jî ji bilî welatên Skandînavyayê li tu derê cîhanê bêgirtin û kujtin û malwêrankirinê safî ne bûne. Bi destxistina azadiya miletê kurd û serxwebûna Kurdistanê, bi parlamentarîzmê û nexasim jî bi parlamentarîzma tirkan, ereb û farisan tu carî wê safî nebe; heta ku kurd û Kurdistan di bin destê tirkan. ereb û farisan de bin, tirk, ereb û faris wê tu carî nikaribin bibin demokrat û li  parlamentoyên wan doza kurd çareser bibe. Ev xeyal e. Her rêxistin û ronakbîrên kurdên ku bi wê propagandayê rabûne û radibin, belkî bêyî ku bi xwe bizanibin, dijminahiyeke sergirtî bi doza miletê kurd re dikin; doza çareseriya dozê diawiqînin û li keleman diqelibînin!

Îcar dibêjim, madem BDP wek damezrînereke demokrasiyê li parlamentoya tirkan cihê xwe girtiyê û bi rêya parlamentarîzmê dixwaze demokrasiyê misoger bike, wî çaxî jî kîjan partî dibe bila bibe, gava ku li dijî qanûnên dewletê ên totalîter sekinî, bêşert û merc û bê lam û cîm hema wê destek bike. Mesele ewqasî vekiriye ku divê mirov tu devjenga wê yekê neke.

Bi kurtî, BDP pir çewt dike ku çend daxwazkên xwe ên kurdî li himberî guherandina hin qanûnên dewleta tirkên zalim wek şert datîne ber AKPê. BDP pir çewt dike, ewqas!

 Laleş Qaso

01 05 10

lales56@hotmail.com

Ronakbîr, serek û serokên xerabe!

Laleş Qaso

Di van 30 salên dawiyê de zemên bi hemû haweyî careke din şanî me da ku biserketina doza miletê kurd û heta bidestxistina tiştikekî bi kurdî jî, di pevçûn û liberxwedanan de ye. Wek nimûne, li Zindana Diyarbekirê roja ku girtiyan li ber xwe dane mehmetçîkên tirkên misilmên jop û çîkê xwe ji ser destava girtiyan rakirine, êşkenceya xwe a bi xof sekinandine, pîsî, mû, sabûn, mişk, kevnekotk û herwekî din nema xistine nav xwarinê û bi xwarinê de nemîztine.

Ji roja ku PKKê bi pevçûn û liberxwedanan hilda xwe û bi devê tivingê ajot ser tirkan û rêxistinên din ên kurdan jî ji aliyekî ve henekên xwe bi wê serhildanê kirin û ji aliyê din ve jî heta roja îro bi yabo qurbano û selewat û tekbîran dan ber tirkan, digel ku tirkan ew bi şekala xwe jî nehesibandin û tiştek bi dest wan ve bernedan, wilo jî hemû têkçûn û hey çûn.

Tarîxa me zindî ye û ew ronakbîr, serek û serokên me ên ku bi xêra wê zir pevçûn û liberxwedana PKKê a li himberî dewleta tirkan û carcarê jî li himberî temamê kurdan bû, di TRT6ê de megazînkî dipeyivin û diçirisînin, diçilpisînin, diçilvizînin û dikurpisînin. Hîn jî nabînin ku dema PKKî jî bibin wek wan, wê zimanê wan ê ku bi serê zimên behsa mafê kurdan dikin qut bibe, nikaribin biçin Tirkiyê û eskeriya xwe bi pereyan jî bikirin; wek nivîskarên kurdan xwe bi tirkan bidin qebûlkirin, li ser kitêbên xwe ên tirkî “wergera ji kurdî” binivîsînin û wan di rojname û televizyonên tirkan de derxînin; û heta nikaribin di TRT6ê de şifqa xwe xwar bikin, vêl rûnin û mîna ku dinya zeft kiribin bi kêf û eşq bipeyivin.

Bi rastî jî xerabe ne, yanî bêaqil in. Qed lê nafikirin ku dema gerîla dev ji sîlehan berda, ji kuç û kolanan qîjewîja xelkê qut bû û her kesî bi haweyê wan li def û zirneyan xist, wê tiştek ji wan re nemîne. Di nav PKKê de ên ji wan pir jîrtir, spehîtir û tebûttir hene. Tirk wê bi wan re rûnin, ma ne?

Ewqasî xerabe ne, lê nafikirin ku dema di vê malperê de jî li ser bertîlxwirî, çavsorî û ji xwe re û meretiya asas birêvebirên PDKê û YNKê û hevalbendiya wan a bi dewleta tirkan, ereb û farisan re nehat nivîsandin û malperê jî mîna wan da camcamkan, birêvebir jî wê destê xwe di ser serê wan re nebin û neyinin û çend qirûşekî nexin bêrîka wan. Û heta li başûrê welêt xanî û manîkan jî nedin wan. Ji b o xwe jî ma be diva bû dev ji dijminahiya bi vê malperê re berdana, ma ev jî ne wilo ye gelo?

Bihêlin ku di vê malperê de her tişt vekirî bênivîsandin, derewan li me nekin û tiştên negotî wek ku me Meshûd Barzanî û Abdullah Ocalan kirine wek hev û nivîsandiye nexin stuyê me. Barzanî li ku û Ocalan li ku! Barzanî kurdperwerekî ku di bin zora partiya xwe de serê xwe ji tirkan re tewandiye û bûye hevalê hin partiyên wan û Ocalan jî ji serî de bûye zilamê tirkan. Meshûd Barzanî kurdperwerekî herêmî û Ocalan jî tirkparêz e. Û herwekî din. Helbet em ê pêxêla Barzaniyê ku bi telebaniyan re zimanê kurmancan qedexe kiriye, li himberî bertîlxwiran bêdeng sekiniye, lê dixebite ku PKKê bi aqûbeta PDKa kurdên rohilatê şa bike, di nav dewletî de bi alîkariya kurdên perçeyên din ranabe, daye dû AKPê, ronakbîrên kurdan hînî bertîlê û şelafiyan dike, li başûrê welêt bi îmzekirina qanûna çar jinan radibe û bi tenê dibe serokê mêran; di mijara Kerkûkê û sînoran de li gotinên xwe xwedî dernakeve, li himberî ku wê li dijî artêşa tirkan derketa û dû re jî gotina xwe daqurtîne û her wekî din, bigrin û bihejînin. Ên ku em û barzanî anîne ba hev, ne şeng û şûx û hizn û cemala me û barzaniyan, kurdayetî ye. Em û Barzanî û barzaniyan ne gundî, ne cîran û ne jî bav û xwuşk birayên hev in. Îcar ne bi tenê Barzanî, Telebanî û ên din, em ê dev ji tu kurdî bernedin.

Erê, ji bîr nekin ku nav û paşnavê xwediyê vê malperê û zarokên wî bi kurdî ne. Zimanê wan jî. Wî eskeriya tirkan ne kiriye û nake û ji ber ronakbîrên kurdên ku bi mehmetçîkan re eskerî kirine fedî dike; naçe Tirkiyê û li wan deran xaniyan nakire; xwe bi tu tiştî kêmî tirkan, ereb û farisan nabîne û wan ronakbîrên ku sînorê Tirkiyê (milli misak) qebûl kirine û li ba tirkan newêrin navê Kurdistanê bi kar bînin piçûk dibîne. Û bi ser de jî algirekî nasyonalîzma kurdî ye. Îcar mirovê dema ku wilo mirov be, helbet wê ji ronakbîrên kurdan re bibêje ku pêşî ji nav û paşnavê xwe dest bi kurdî bikin û mirovên ku nav û paşnavê wan ne bi kurdî be wê di vê malperê de nenivîsînin; wê li dijî çavsorî, bertîlxwirî û ji xwe re û meretiya PDKê û YNKê raweste û serekên PKKê wek pîberên tirkan bi nav bike. Tajî wek tajî û keroşk jî wek keroşkê dibeze. Mirovê misilman dema ku pênc şertên islamê anîn cih misilman e. Û mirovê nasyonalîst jî gava bi prensîp tevgeriya, deqarû nivîsand û peyivî û berê xwe bi hemû tişt û rihberên têkilî miletê xwe ve vekir, nasyonalîst e!

Dîsa ez ê bibêjim û tim bibêjim, ji ber ku ez azadî û serxwebûna miletê kurd û Kurdistanê bi nasyonalîzma kurdî ve girêdidim û heman carê jî xwe wek algir û serkêşekî vê nasyonalîzmê dibînim, ji tu kesî jî hesaban nakim. Ez di doza kurdî de terefek im û heta ku zimanê min bigere ez ê qelema xwe di vî terefî de bi teref bi kar bînim. Ewqas.

09 10 10
lales56@hotmail.com

—————————————————————–

Nivîsên wî ên din
 
Mafên kûçikên heywan û mafên kurdên insan
 
Vegere serî