SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ku Efrîn têk biçe Kurdistan jî têk diçe!!!

efrinKu Efrîn têk biçe Kurdistan hemû zeft dibe, miletê kurd ji derb dikeve û di hindurê çend salekî de kurd tam dibin qereçî!

Bersiva ku Efrîn têkeve destê dewleta tirkan, çima wê Kurdistan têk biçe?

Bi hevokeke ji gotinên girover:
Didome >>>> »

Nûçe

Heger hûn hîn xwediyê wî rihê Kurdistanî bin, Efrîn nakeve!

gerilaEskerên ku di tarîxa Kurdistanê de tu carî li çiyayê Cûdî û Herekolê ne bûbûn desthilatdar, bi xwevekişandina gerîlayan re, di van çiyan de biryargehên eskerî damezrandin. Ji çiyayê Finikê dest bi avakirina qereqolan kirin. Di vî çiyayê ku dibû çar çiq, çiqek ber bi Dihê, yek ber bi Şirnexê, yek ber bi Dêrşewê û çiqek jî ber bi Cûdî de dikişiya, esker bi cih bûn. Eskerên tirkan piştî ku pişta xwe qewîn kirin, kişiyan çiyayê Kêrêkiça û xwe dadan kiçiyan Vir bi zilmeke kesnedîtî di hindurê hefteyekê de safî kirin. Dû re ji vir bi yek bezê xwe avêtin çiyayê Çirçiro û berê xwe dan Cûdî. Gerîlayan li çend gundên ku di xewlecihên çiyê de mabûn, di qûntar, berwar û geliyan de tibabê du hefteyekê li ber xwe dabûn.
Didome >>>> »

Nûçe

PYD nahêle ku li Efrînê şer têkeve rûyekî netewî!

salihSerekên PYDê li himberî Rayedarên dewleta tirkên ku bi rengekî xefî desthilatdarên Îran, Iraq û Sûriyê jî dane pişt xwe û di şexsê PKKê de êgir bi ser temamê kurdan de dibarînin, hîn jî naxwazin netewî tevbigerin; naxwazin ku rêxistinên kurdan li Efrînê beşderî vî şerê man û nemana kuurdan bibin. PYDê ji serî de şer kiriye şerê ”dewleta AKPê” û PKKê. Di xwepêşandanên wê ên welatên Ewrupayê de ji navê Efrîn, deng û rengê  kurd û Kurdistanê bêhtir navê Ocalan û deng û rengê PKKê derketiye pêş. Ev pir xerab e!
Didome >>>> »

Nûçe

De ji xwe re li serokê tirkan binere bê çi zir misilman e!

Xelîfeyên Islamê El Ebû Bekir Ibin Hov, El Emer Ibin Yamyam û El Osmanê Ibin Bêbav di ber dengê vê Quranê re bi artêşên xwe ve ketin Kurdistanê, bi nav dinyayê de kişiyan û mirovahî talan û tajan kirin!

Osmaniyan çimekî dinyayê zeft kiribûn û di ber dengê vê Quranê re bazdabûn ser dê, keç û jinên kurdan û dinyayê!

Lêbelê vê carê, wê ne ew Qurana we a ku di helperk û gevzeka bi ser namûsa xelkên jar û hejar de baweşînk li  nav şeqên we dikir, û ne jî ew Xwedayê ku dest daye zilma we a bêsînor û hêsîrî wek pişka ezel li eniya miletê kurd daye, wê nikaribe rê li ber serhildana miletê kurd bigire!

Xedayên Rohilata Navîn biryara ku di bin banê Efrînê de kurd bi miletî li hev bicivin û ew û neyarên xwe ên herî pîsên dinyayê mîna qertelan di hev re bifirin dane!

Bila kesek mereqan meke. Efrîna ku îro dibe Saîgona Kurdistanê ne bi tenê ye. Kurd ji her çar perçeyên welêt û dinyayê ha ha ber bi Efrînê ve bi rêyan de ne. Pêşmerge jî di hewildanê de ne. Xwedayên me ên zalim ingilîz, emerîkî, frensî û rûsî wê alîkariyê ji ser Efrînê qut nekin; qut nakin da hevîr pir avê bikişîne,  nanên miriyên tirk û kurdan bi nişa bê ser sifreya wan û gep li ser gepan biwerimînin!

Pevçûn! Xwîn bi xwînê!

Nûçe

Efrîn kare bibe Saîgona Vîetnamê!!

image-0-02-06-d820b9353540f60714c8c32230a8e3c14222db78c05efe60365e7f79f010bf43-V

Vir bajarê Saîgonê muzeyek e. Vîetnamî bi van çekên ku hûn bi wêneyê min re dibînin, şer bi artêşên Emerîkayê re dikirin.

 

Serokê Vîetnama bi nav û deng, Hoşimîn di dûmahîka şerê bi emerîkiyan re li Saîgonê derketibû pêşberî xelkê xwe yê ku bi sed hezaran lê civiyabûn wilo diqêriya:

”Hûn xelkê min ê ku bi tivnga xwe; ên ku tivinga wan tunebû bi şûrên xwe; ên ku şûrên wan tunebû bi dar, das, bivir, tevşo, sêgulîk, xilç û çakûçan xwe berdabûn qada şer û êrîşî emerîkiyên keleş dikirin, we  şanî zaliman da ku gava jar û hejar bibin yek, wê karibin devê zalimên herî mezin wek emerîkiyan biçirînin! Dîrokê ji we re tewirand, zemên ji we re li çepikan xist, mirovahî bi we ser bilind e, xelkê min ê tekoşer!

Di şerê me ê 21 salan de me 13 milyon kujtî, bi deh hezaran kujtiyên termwindayî, bi sed hezaran seqet û birîndar, bi bîst hezaran kesên felcbûyî, çavrijyayî û ewqas jî kerr û lal li dû xwe hiştin, lêbelê me dev û diranên zalimê dinyayê ê herî mezin pelixand û bi serxwebûn û azadiya welatê xwe re şeref û namûsa xwe bi dest xist!…! Tiştek, erê tiştek bi qasî serxwebûn û azadiyê bi rûmet tuneye!…”

Vîetnamî bi şerê man û nemanê rabûbûn ser xwe û welatê wan ê ku mîna Kurdistanê perçe perçe bûbû, giha hev û zir dewleteke ku îro ji nod milyonî pêk tê hat holê!

Heger em kurd bi rihê viyetnamiyên ku di şer de gîha, qarot, qaşilên daran û her wekî din dikelandin û dixwarin û bi kêrik û mêrikan xwe di tangên emerîkiyan de werdikirin bilivin, em ê bi hêsanî karibin Efrînê mîna Saîgona ku bûbû goristana artêşên Emerîkayê, wilo jî bikin goristana mehmetçîkên misilmanên teres! Bajarê Saîgonê mîna hêka qitikê di deştê de xuya dikir. Tew Efrîna me, bi çiya û bere jî.  Pevçûn! Xwîn bixwînê!

Nûçe

Ev ne şerê Apoyî û dewleta tirkan e!

uuuuEv ne şerê Apoyî û dewleta tirkan, ev şerê miletê kurd, tirkan û dewleta wan e!

Li Efrînê divê kurd neşkin! Kurd bi hemû haweyî, bi mal û canê xwe her tiştê xwe divê têxin holê; kezebên xwe bikişînin û di teresên tirkên misilman de wer bikin! Efrîn hema hefteyekê li ber xwe bide! Wê gelek tişt li fêda miletê kurd bên guhertin!

Pevçûn! xwîn bi xwînê!

Û apoyî di van xwepêşandanên welatên Ewrupayê de, divê çend rojekî bêyî birêz Ocalanê  kurdfiroşê mezin bimeşin; da xwepêşandan di bin navê Efrînê de bibin xwepêşandanên temamê kurdan û her kuurd beşdar bibe!

Nûçe

Heger Efrîn û heger kurdên bakurê welêt!..

zeytunHeger li bakurê welêt kurd ji bo Efrînê derkevin kolanan û ha ha biqêrin, tirk wê qetilamê bikin! Bila ne xelk, birêvebirên HDPê derkevin kolanan û civînan li dar bixin. Û xelk jî bIçe li Efrînê şer bike û li Ewrupayê derkeve kolanan.

Heger Efrîn karibe hefteyekê li ber xwe bide, wê Dinya û Rûsya têkevin pêxêla hev û Efrîn nekeve destê rejîma Sûriyê!

Û bi çûna Nêçîrvan Barzanî a Tahranê re jî, wê emerîkî tam li kurdan xwedî derkevin; da kurd ji dest wan dernevin û projeya wan a Rohilata Navîn têk neçe!

Û a din, em her çiqasî xwe ji emerîkiyan dûr bixin û gotinên çort bi wan re bikin, dîsa jî ji emerîkiyan pê ve ên ku alî kurdan bikin tunene. Ji bîr mekin ku heger ne ji emerîkiyan baya, niha li başûrê welêt kurd tunebana! Niha ewqas.

 

Nûçe

”Ma li Efrînê jî Referandûm bûbû ezbenî?”

baaaa”…. Ma li Efrînê jî kurdan referandûm pêk anîbû ku vê carê jî li wir li ser serê wan qîr ûhalan û ferman e!…”

Zemên di wextekî pir kurt de bi me da zanîn ku rêzdar Barzanî di pêkanîna referandûma serxwebûna miletî de çendî siyasetgerekî têgihiştî ye! Wî baş baş fêhm kiribû ku heger di nava wê hengama rûs, ingilîz, frensî û emerîkiyên qehpik û qewadên dinyayê de asas daxwaza miletê kurd bi haweyê şert û mercên wan li qelemê nedaba û bi qonaxên dîrokê ve daneliqandiba, wê van qehpik û qewadan miletê kurd di avrêla misilmanên tirk, ereb û farisên teres de hîn pir pir biguvaştana!

Erê, em ê bi miletî hîn pir qolincan bikişînin, ji êşa hinavan pir di ser serê xwe re biqulipin û li erdê bigevizin   lê em ê dîsa jî bibin dewlet. Pevçûn!

Nûçe

Efrîn dewama planê Kerkûk û Şingalê ye!

tirko wehsetPiştî rayedarên emerîkiyên ku berê xwe dan tirkan û gotin, ”hûn dixwazin bigrin ser Efrînê, fermo biçin em têkilî we nabin”, li gora min diruvê cambaziya ku pêxwasên emerîkî û rûsî li ser Efrînê bi tirkan, faris, ereb û kurdên jar û hejar re dikin tam heşkere bûye.

Wilo:

Wek tê zanîn, piştî ku bi destên emerîkiyan li başûrê welêt kurd bi qasî ku doza serxwebûnê bikin xurt bûn, rayedarên tirkan, faris û ereban çend carekî li Enqerê, Tehran û Bexdayê li hev civiyan. Û hema piştî wan civînan ne bi gelekî, gajopij li kurdên başûrê welêt ket û Kerkûk û Şingal ji dest wan derket. Helbet emerîkiyan bi bertîleke mezin Kerkûk û Şingal ji bo demeke kurt teslîmî qesasên kurdan kirine. Belaş nedane.
Didome >>>> »

Nûçe

Ev şer ne şerê Efrînê, şerê nemana miletê kurd e!

turkTirkên misilmanên teres, çawa ku bi hevalbendên xwe re bi desteserkirina Kerkûk û Şingalê kurdên başûrê welêt ji rehên qolincan ve zeft kirin, wilo jî vê carê bi hemû haweyî xwe dadane Efrîna ku îro bûye wek mertalê  Kurdistanê, da kurdan ji xîçkan ve zeft bikin û mîna dozerê di ser Binxet û Serxetê re derbas bibin û çira miletê kurd vemirînin! Lêbelê wê wek wan nebe! Temamê rêxistin û ronakbîrên kurdan baş baş pê dizanin ku heger kurd bi miletî li Efrînê xwedî dernekevin, bi bîst hezar û sed hezaran eha li wê derê sênga bi sêngan nekişin meydana şer, wê tirk bi Efrînê re Kurdistan bikin kavilekî welatan!

Ez di wê bahweriyê de me ku di vî şerê man û nemanê de, em ê bi alîkariya ”kafiran” derbeke mezin li ”misilmanên pedofîl” bidin û di ser Deryaya Sipî re derbasî Israîlê bibin û bi birayên xwe ên cihû re govend û helperka serxwebûna Kurdistanê bigerînin!

Pevçûn! Xwîn bi xwînê!

 

Nûçe